Blinken: Stratejîya Pûtîn bi kêr nehat û wê neyê jî!

Blinken: Stratejîya Pûtîn bi kêr nehat û wê neyê jî!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, piştî civîna Wezîrên Derve yên welatên endamên NATOyê li paytexta Romanya Bukreşê daxuyanî dan.

Blînken, êrîş û bombebaranên vê dawî yên Rûsyayê bi ser wargehên sivîl û binesaziya Ukraynayê de bibîr xist û got, “Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi hêrsa ku pê sor bûye berê xwe daye nifûsa sivîl a Ukraynayê” diyar kir, Rûsyayê di nav çend hefteyan de ji sisiyan yekê pergala enerjiyê zêdetir bombardiman kiriye.

Herwiha Blinden da zanîn ku armanca Pûtîn armanceke hovane ye ku bi milyonan mirovan ber bi tarîbûn û serma zivistanê ve dibe.

Blinken got ku ew ligel hemkarên xwe li ser lîstika Pûtîn dilîze hevnêrin in û destnîşan kir, "Stratejiya Pûtîn bi kêr nehat û wê neyê jî.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin