PeyamaKurd- Li gor ragihandina rojnama Şerq El Ewsetê ku weşana xwe ji Londrayê dike, heyetekî leşkerî yê Amerîkayê li Lîbyayê bi Hafter re hevdîtinekî kiriye û bo agirbesê pêşniyar kiriye û “şansekî dawiyê” daye Hafter. Heyeta Amerîkayê ya ji kesên siyasî û leşkerî pêkdihat, bo Hafter pêşniyarekî weha kiriye:
“Qebûlkirina peymana agirbesekî nûh, vekişandina temamê leşkerên Hafter ji herêma hîlala petrolê û li vê herêmê di bin serpereştiya Neteweyên Hevgirtî de hêzekî aştiyê yê Awrûpayê bê bicîhkirin.”
Tê gotin ku di demên dawiyê de hukumeta Lîbyayê muzakereyan dike da Hafter razî bike ku ji Sirteyê bo Ecdabiye vekişe, di bin de muzakereyên herêmî û navdewletî çêdikin. Eger Hafter vê vekişînê qebûl bike, wê hukumeta Lîbyayê bo ser Sirte û Cûfrayê operasyonan neke.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin