Ukrayna xemsariya Îsraîlê rexne kir û daxwaza firotina 'Kubeya Hesin' kir

Ukrayna xemsariya Îsraîlê rexne kir û daxwaza firotina 'Kubeya Hesin' kir

PeyamaKurd – Balyozê Tel Avîvê yê Ukraynayê Yevgen Korniychuk, xemsariya Îsraîlê ya li hember êrîşên Rûsyayê rexne kir û xwest rêveberiya Îsraîlê ji bo berevaniya asmanî Kubeya Hesin bifiroşe wan.

Li gorî nûçeya Jerusalem Post a Îsraîlê Korniychuk, di civîneke rojnamevanî ya li Tel Avîvê de gotiye, Amerîkayê amadebûna xwe bo gihandina fuzeyên Spike SR ên tanksavar ji Almanyayê nîşan daye, lê ji bo veguhestina wan ew hîn jî li benda Îsraîlê ne ku qebûl nekiriye.

Herwiha Korniychuk got ku ew dixwazin ‘Kubeya Hesin’ ji bo berevaniya asmanî ji Îsraîlê bikirin û Amerîka jî îtiraz nake.

Balyozê Ukraynî bi sedema ku Îsraîlê piştevaniya leşkerî ya teknîkî nedaye wan û tedawîkirina leşkerên Ukraynî red kiriye, ew hêvîşikestî bûne.

Herwiha li ser vê xemsariya Îsraîlê ya bo Ukraynayê jî gotiye, em ji hikûmeta Îsraîlê daxwaz dikin ji rewşa xwe ya konforê derkeve û bi rastiyan re rûbirû bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin