PeyamaKurd – Li Washingtonê di wexta civîna wezîrên darayî û serokê bankên navendî yên G20 an de, wezîrê darayî yê Rûsyayê Anton Siluanov bi telekonferansê tevlî civînê bû û axifî. Di wexta axaftina wezîrê Rûsya de wezîra xezînê ya Rûsyayê Janet Yellen û gelek wezîrên din civîne terk kirin.
Terkkirina civînê ji aliyê wezîra xezînê ya Amerîkayê Yellen û hinek wezîrên din, di çapemeniya dinyayê de ciyê xwe girt û bû weka sansasyon.
Berê jî wezîra Yellen ragihandibû ku di hinek civînên ku Rûsya tê de be, wê tevlî civînê nebe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin