Wê NY çavdêrên sopandina agirbestê li Libyayê belav bike

Wê NY çavdêrên sopandina agirbestê li Libyayê belav bike

PeyamaKurd - Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Libyayê ku girêdayî General Xelîfe Hefter e, Ehmed El-Mismarî ragihand, wê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo çavdêriya biryara agirbestê çavdêrên navnetewî li Libyayê belav bike.

Ehmed El-Mismarî got ku hêza NY ya li Sirtê, ji sivîl û leşkerên xanenişîn pêk tê û ew ne hêzeke leşkerî ye.

Mismarî car din bal kişandiye ser derxistina çekdarên bi pere û hêzên biyanî ji Libyayê û gotiye, pêwîstî bi hizreke rasteqîn a civaka navdewletî heye ji ber ku hebûna wan hêzan gefê li pêşeroja lihevkirina siyasî dixwe.

Hêjayî gotinê ye, komîteya leşkerî ya hevbeş a Lubyayê ji aliyê hikûmeta Terablûs û rêveberiya Tobrûkê ve lihevkirin li ser çêbûye dest bi pêkanîna biryara rawestandina şer kiriye û çend pêvajoyên pevguhertina dîlan pêk anîne.

Li gorî raportan, Tirkiye û çekdarên girêdayî wê lihevkirina herdu aliyan asteng dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin