Rusya: Di lêçûnên ser de sexbêrî nayê kirin

Rusya: Di lêçûnên ser de sexbêrî nayê kirin

PeyamaKurd- Wezîrê Darayî yê Rusyayê Anton Siluanov, di derbarê lêçûnên aborî yên şer de axivî û diyar kir ku ne pêkan e di lêçûnên leşkerî de sexbêrî bê kirin.

Anton Siluanov, ji televîzyona dewletê ya Rûsyayê Rossiya-24 re daxuyanî da û diyar kir ku lêçûnên leşkerî dê ji 10 trîlyon rûbil (nêzîkî 100 milyar dolar) derbas bibe û got, “Ji bo pêkanîna armancên vê operasyona leşkerî ya taybet ev yek pêwîst e û ne pêkan e k udi vê mijarê de sexbêrî bê kirin.”

Siluanov da zanîn ku ji bo zêdekirina dahata butçeyê derfetên arizîkirinê dinirxînin û got, "Helbet yek ji çavkaniyên me arizîbûn e û sala bê em dikarin bêyî ku kontrola dewletê wenda bikin, li firotina hin mal û milkan binihêrin. Ez naxwazim li ser mînakên taybetî jî rawestim, divê ev mijar bi hikûmetê re bê şêwirandin.

Her wiha li gorî daneyên ku aliyê wezaretê ve hatin weşandin, butçeya welêt di 9 mehên salê de 1,7 trîlyon rûbil kêm bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin