DYA: Me ji bo Îranê efûya frotina elektrîkê 21emîn car dirêj kir

DYA: Me ji bo Îranê efûya frotina elektrîkê 21emîn car dirêj kir

PeyamaKurd – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) cara 21emîn efûya frotina elektrîkê ya Îranê ji Iraqê re dirêj kir.

DYAyê ku guvaşên tund ên aborî li ser rejîma Îranê sepandibû û tenê ji bo frotina elektrîkê ya ji Iraqê re efûyek bi merc ragihandibû.

Di vê çarçoveyê de DYAyê bi mercê ku bergîdana elektrîka ku Îran difroşe Iraqê, wê ne bi pere bi henardeya sermiyanên din pêk bê, destûrê dabû Îranê.

Berdevkê Wezareta Derve ya DYAyê Matthew Miller di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiva pirsên derbarê bazirganiya enerjiyê ya di navbera Îran û Iraqê de da.

Miller diyar kir ku rêveberiya Washingtonê efûya 120 rojî ya ku destûr dide Îranê da ku elektrîkê bifroşe Iraqê careke din dirêj kiriye û got ku DYA, ji sala 2018an ve vê efûyê cara 21emîn e dirêj dike.

Miller destnîşan kir ku rejîma Îranê di bergîdana vê elektrîka ku difroşe Iraqê, nikare pare werbigire û got: “Îran tenê dikare di bergîdana vê dahatê de ji Iraqê xwarin, derman, amûrên tendurustî, hilberînên çandinî û berhemên din yên ne pare ne werbigire.”

Berdevkê Wezareta Derve yê DYAyê anî ziman ku bi destûrdayîna frotina elektrîkê armanca wan ew e ku Iraq di warê elektrîkê de hewcedariya xwe ya ji welatên din çareser bike û got: “Di encamê de xuya bû ku ev armanc ber bi serkeftinê ve diçe, lewre ji 2020î vir ve Iraqê hilberîna elektrîkê ji sedî 50 zêde kiriye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin