PeyamaKurd – Li gor ragihandina tora medyayê ya Rûdawê li Efrînê, 3 gundên Kurda ji aliyê grûbên bi ser Tirkiyê de yên girêdayê SMO yê de, hatin valakirin û SMO dê van gundan weka baregeha xwe bikarbîne. Gundên ku grûbên SMO yê vala kirine gundên Şêxurza jêrîn, Şêxurza Jorîn û Şêxurza Orte ne. SMO dest daniye ser mal û mulkên her sê gundan.
Di her 3 gundan de 500 malbat li dora 3 hezar nûfûsên wan hene, malbatên Kurd di gundan de nemane û Erebên ku ji Xûta Rojhilat û Hûmûsê anîne li gundê Şêxurza Jêrîn bicîh kirine. Barageha leşkerî li gundê Şêxurza Jorîn ava kirine û goristana gund jî tehrîb kirine.
Tê gotin ku fermandarê Sikur el Şemalê Ebû Telal eşyayên malên gundan bi 12 hezar dolarî firotiye bazirganekî ji Babê. Hatiye ragihandin ku li ser dîwaran wêneyên dêlegurê hatine çêkirin û li dora hezar darên zeytûnan hatine birîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin