PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Rûsyayê eşkere kir, Ukraynayê bi 20 balefirên bêmirov hewl daye êrîşî Nîvgirava Kirimê bike.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir: "Îşev hewldana rejima Kîevê ya ku bi 20 firokeyên bêfirokevan êrîşek terorîstî li ser tiştên li ser xaka Nîvgirava Kirimê pêk bîne hat têkbirin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, 14 balafirên bêmirov ji aliyê pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê ve, 6 balafir jî bi wesayîteke şerê elektronîk hatine xistin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin, "Di encama êrîşên terorîstî yên astengkirî de, ti ziyanên canî û ziyan çênebûn."
Kirim di sala 2014an de ji aliyê Rûsyayê ve hat girêdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin