Ûkrayna kete amadebasiyê: Rewsa Awarte hat ragihandin...

Ûkrayna kete amadebasiyê: Rewsa Awarte hat ragihandin...

PeyamaKurd – Piştî ku bi biryara Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn artêşa Rûsyayê ber bi herêma Donbas a Ûkraynayê ve kete tevgerê, li Ûkraynayê jî amadebaşiya şer dest pê kir.

Parlamentoya Ûkraynayê îro Çarşemê 23yê Sibatê civiya û çend biryarên girîng derbarê rûbirûbûna hêzên Rûsyayê de wergirt.

Parlamentoya Ûkrayna derveyî herêmên Donetsk û Luhanskê li tevahiya welat Rewşa Awarte ragihand û pêşniyarqanûna hilgirtina çekan a bo sivîlan jî pesend kir.

Herwiha hikûmeta Ûkraynayê bangewaziyek li welatiyên xwe yên Rûsyayê kir ku demildest terka Rûsyayê bidin.

Li aliyê din peyam ji welatî û personelên li herêma Donbasê re hatin şandin ku terka wê derê bidin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin