PeyamaKurd – Îro li Duhokê di saet 09:42an de bi hêza 4.7 pileyê rîxter, erdhej çêbû.
Li gor Rêveberê Keşnasî û Tomarkirina Erdhejan ê parêzgeha Duhokê Hemîd Hesen daye zanîn, “Îro Di saet 09:42an de, erdhejek bi hêza 4.7 pileyê rîxter û di kûrahiya du kîlometriya erdê de li parêzgeha Duhokê çêbû.”
Herwiha li gor Rêveberê Keşnasî û Tomarkirina Erdhejan ê parêzgeha Duhokê, welatiyên Duhokê hest bi erdhejê kirin, bi taybet ewên ku di mal û avahiyên bilind de dijîn.
Hat zanîn ku ji tirsa erdhejê hejmarek welatî li hin taxên bajêr derketin kolanan.
Rêveberê Keşnasî û Tomarkirina Erdhejan ê parêzgeha Duhokê eşkere kiriye, navenda erdhejê devera Berwarî ya li sînorê navçeya Amêdiyê û di navbera Bakurê Kurdistanê û Duhokê de bûye.
Heta niha ti zanyarî derbarê zerarên erdheja îro ya li Duhokê de nehatine belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin