SOHR: Îsraîlê deriyê sînorê Sûriye-Lubnanê bombebaran kir

SOHR: Îsraîlê deriyê sînorê Sûriye-Lubnanê bombebaran kir

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafireke şer a artêşa Îsraîlê deriyê sînor ê Metreba ê herêma Qesîr ku Sûriyeyê bi Lubnanê ve girê dide, bombebaran kir.

Li gorî SOHRê di êrîşê de hin kes birîndar bûne, lê hejmara wan nehat dayîn.

Artêşa Îsraîlê jî li ser êrîşê ragihand ku ji bo rê li ber gihandina çekan ji  bo Hizbullahê bê girtin, deriyên sînor ên navbera Sûriye û Lubnanê hatiye bombebaran kir.

Derbarê êrîşa deriyê sînor de hikumeta Sûriyê û Lubnanê ti daxuyaniyek nedane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin