Hengaw: Kurdekî li Osnawiye pêl mayînê kir û jiyana xwe ji dest da

Hengaw: Kurdekî li Osnawiye pêl mayînê kir û jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Li Kurdistana Rojhilat li ser sînorê navçeya Oşnawiye, Kurdekî bi navê Ezîz Ronama di dema dewarên xwe diçêrand pêl mayînekî kir û lingekî wî jê bû. Piştî birîndar bû, di dema wî dibirin nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiya ku rêxsitina Mafên Mirovan Hengawê daye; îro serê sibê Kurdekî bi navê Ezîz Ronama ku 42 saliye, li Oşnawiye di teqîna mayînê de giran birîndar bûye û lingekî wî jê bûye. Li gor raporan wefata Ezîz Ronama ji ber birînên giran, di dema wî dibirin navenda tibê ya Oşnawiyê jiyana xwe ji dest daye.

Ezîz Ronama li gundê Pelûyehê li devera Haware Isk ê di dema dewarên xwe diçêrand pêl mayînê kiriye.

Di vê mehê de heya niha li ser sînor 5 Kurd ji ber mayînan birîndar bûne û 2 Kurd jî can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin