Li ser 10 amîralên malnisîn biryara desteserkirinê hat dayîn

Li ser 10 amîralên malnisîn biryara desteserkirinê hat dayîn

PeyamaKurd – Serdozgeriya Komarî ya Enqerê, derbarê 10 amîralên malnişîn de, yên ku daxuyaniyek li ser rêkeftina Montroyê belav kiribûn, biryara desteserkirinê da.

Li Tirkiyê, Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop, li ser pirsa “Serokomarek dikare (rêkeftina) Montroyê hilweşîne?” gotibû: “Di warê teknîk de belê!” û herwiha wêneyên amîralekî fermandariya deryayî li maleke terîqetê bi cubbe û şaşik derketibûn holê û li ser van pêşhatan, 104 amîralên malnişîn daxuyaniyeke hevbeş belav kiribûn û amaje bi wê kiribûn ku ew rêkeftin ji bo Tirkiyê destkeftek e.

Berpirsên Hikûmetê û Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, nerazîbûneke tund nîşanî daxuyaniya amîralan dabûn û wek “hewldanek ji bo pêkanîna derbeyê” bi nav kiribûn.

Piştî van karvedanan û bertekên Hikûmetê, Serdozgeriya Komarî ya Enqerê derbarê daxuyaniya derbarê Montroyê û îmzekerên wê de biryara lêpirsînê dabû.

Serdozgeriya Komarî ya Enqerê, îro biryara desteserkirina 10 ji wan amîralên îmzekerên wê daxuyaniyê derxist ku Cem Gurdenîz, Mustafa Ozbey û Kadîr Sagdiç jî di nav wan de ne.

Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarî ya Enqerê de amaje bi wê hatiye kirin “ji bo ku rêliber jinavbirina delîlan bê girtin û gumanbarên din jî demildest bên destnîşankirin” biryara desteserkirina wan bi awayekî hevdem, hatiye dayîn. Her li gor daxuyaniyê daxwaz ji ber temenê wan 4 ji wan amîralan hatiye kirin ku ew bi xwe di nava 3 rojan de biçin Emniyeta Enqerê û îfade bidin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin