PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafireke bêpîlot a Tirk ya bi çek (SÎHA) li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê êrîşî ser otomobîlekê kir.
Li gorî zanyariyan, balafira bêpîlot a artêşa Tirkiyê li gundê Qere Mezrayê yê dikeve başûrê rojhilatê Kobanê li otomobîlekê xist, lê tiştek bi kesên nav otomobîlê nehatiye û tenê ziyana madî çêbûye.
Du roj berê jî Tirkiyê navendeke Encûmena Leşkerî ya Til Temirê kiribû armanc, di encamê de 4 şervanên encûmenê yên bi ser HSDê de can dabûn û 3 jî birîndar bûbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin