Rêvebiriya Afxanistanê Amerîkayê dixapîne

Rêvebiriya Afxanistanê Amerîkayê dixapîne

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku rêvebiriya Afxanistanê pere an desteka ku Amerîka dide wan, bi awayeka zelal birêve nabin û got dê 100 mîlyon dolarên ku bo projeya avahiyên bingehîn veqetandibûn, dê nedin Afxanistanê.

Pompeo ragihandina xwe bi awayeka nivîskî kir û weha got:

“Hukumeta Afxanistanê destekên rêvebiriya Amerîkayê nikare bi awayeka zelal birêve bibe û lewra me 100 mîlyon dolarê xwe bi paşde kişandiye. Lê wê projeya li başûrê Afxanistanê ya bi 5 trafoyên navendî û xettên neqlê yên elektrîkê, bên temamkirin. Em dixwazin di 18 ê êlûnê de hilbijartineka zelal ya serokkomar li Afxanistanê bêkirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin