PeyamaKurd – Berpirsekî parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, ji ber gendeliyê bi 15 sal sizayê zindanê hat sizadan.
Berpirsê Giştî yê Dadweriya Parêzgeha Urmiyê Nasir Etebatî diyar kiriye, do dadgehê biryara dawî derheqê çend berpirs û peymankarên parêzgeha Urmiyê de da.
Etebatî destnîşan kiriye, ew beprirsên han ji ber gendelî, bertîlxwarin û xwarina mafên giştî hatibûn girtin û teslîmî dadgehê hatibûn kirin.
Li gorî agahiyên Berpirsê Giştî yê Dadweriya Urmiyê, di nav wan berpirsan de berpirsê giştî yê av û avrêcan jî heye ku bi 15 sal zîndan, lêdana qamçîyan û dûrxistin ji hemû erk û postên hikûmetê hat sizadan. Tohmetbarên din jî bi qasî sûcên xwe hatin sizadan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin