PeyamaKurd – Fermandarê leşkerî yê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) Qadir Xoranî ragihand ku di nav PKK ê de ajanên Tirkiyê hene û agahiyan nav PKK ê ji nav PKK ê diçe Tirkiyê û divê PKK rewşa Herêma Kurdistanê di çav de derbas bike. Tewrê PKK ê li ser Herêma Kurdistanê êrîşkare û tehdîda şer dike. PKK xwepêşandanên dawiyê dike bahane û tehdîdên xwe li ser YNK ê zêde dike. Qadir Xoranî weha got:
“Rêxistinên perçeyên din yên Kurdistanê divê rewşa Herêma Kurdistanê û xesasiyetên herêmê bidin ber çav û eger statuya Kurdistanê hilweşe, wê berjewendiyên herkesî ji dest here û divê hem PKK û hem rêxistinên din tevgerên xwe yên li herêmê rawestînin. Xoranî weha dewam kir:
“Herêma Kurdistanê ji bo temamê Kurda bû hêlînekî. Serokatiya Herêma Kurdistanê û dezgeyên serokwezîrtiyê bi her awayî destekê didin perçeyên din. Çiqas zor bigihê perçeyên din, serokê herêmê û serowezîrê herêmê bazdidin alîkariya wan. Kurdên bakûr û Rojava wexta dikevin rewşa zor, tên Herêma Kurdistanê. Ji ber wê, ji bo parastina Herêma Kurdistanê divê herkes hezra herî zêde bike.”
Xoranî got ku ji bilî rêxistinên Kurdistanî rêxistinên ku bixwazin bikevin herêma Kurdistanê, haya hukumeta Kurdistanê ji wan heye û eger kontrol tinebe wê encamên xerab derên holê û weha dewam kir:
“Tirkiye li Iraqê dewletekî aktîfe. Di heman wextê de li Sûriyê û Îranê di babeta îstîxbaratê de aktife. Ji ber wê Tirkiye di nav PKK ê de jî sîxuriya xwe ava kiriye. Îhtîmaleka mezine ku agahiyên nav PKK ê ji nav PKK ê diçe îstîxbarata Tirkiyê û Tirkiye li ser wê bingehê tevdigere.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin