Zanîngeha Batmanê bêyî cih bide Kurdî kursa ziman vekir

Zanîngeha Batmanê bêyî cih bide Kurdî kursa ziman vekir

PeyamaKurd - Navenda Lêkolîn û Perwerdeya Ziman (DILMER) a girêdayî Zanîngeha Batmanê, ji bo xwendekaran kursên zimanên Tirkî, Erebî, Farisî û Îngilîzî vekir, lê cih neda Kurdî.

DILMERê bi merasîmekê kursên xwe yên zimanên Tirkî, Erebî, Farisî û Îngilîzî yên ji bo 50 xwendekarên biyanî hatine vekirin, da destpêkirin.

Merasîma vekirina kursê jî bi beşdariya Parlamentera Partiya Tevgera Netewperest (MHP) a Stenbolê Arzu Erdem hat vekirin ku di merasîmê de gotiye, “Zimanê we çi qas zêde were zanîn û çi qas zêde were bikaranîn dewleta we jî ew qas bihêz dibe. Ji bo me cihê kêfxweşiyê ye ku xwişk û birayên me ji Afrîkayê hatine û fêrî Tirkî bûne û ji axavtinên min fam dikin. Divê polîtikayên ji bo fêrkirina zimanê me li welatên cîran û yên xwe nêzîk Tirkiyê dibînin were pêşxistin û berfirehkirin.”

Herwiha Rêvebirê Giştî yê Zanîngeha Batmanê Prof. Dr. Aydin Durmuş jî di merasîma vekirina kursê de daye xuyakirin ku ji zêdeyî 20 welatan xwendekar li zanîngeha wan hene û wiha axivî ye:

“Ev dê li vê navendê perwerdeya ziman bo xwendekarên xwe pêşkeş bikin. Em navendên kursên zimanên Erebîî Farsî û Îngilizî vedikin. Hejmareke zêde ya xwendekarên biyanî hene û dema ew vegeriyan welatê xwe wê weke balyozên xwebexş nûnertiya welatê me bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji sedî 90 zêdetirê xelkê bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê kurd in, lê tevî vê jî kursên xwendin û nivîsandina bi Kurdî ji aliyê saziyên dewletê ve nehatine vekirin ku di kursa DILMErê de jî cih nedane kurdî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin