PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 22yê Sibatê bi sedema koça dawî ya birayê Xesrew Caf peyameke sersaxiyê belav kir.
Serok Barzanî di peyama serxweşiyê ya ji aliyê Baregeha Serok Barzanî ve hatiye belavkirin de got: "Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê diyar ê hoza Caf û birayê we yê birêz Kîsra Caf gihîşt min. Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî we û malbat û kesûkarên we dikim û xwe bi hevbeşa xema we dizanim."
Peyama Serok Barzanî:
"Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birayê birêz Kak Xusrew Caf
Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê diyarê hoza Caf û birayê we yên birêz Kîsra Caf gihîşt min.
Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî we û malbat û kesukarên we dikim û xwe bi hevbeşa xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî Kîsra Caf bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
22.02.2023"
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin