Fransayê, alîkariyên ji bo wî welatî rawestandin

Fransayê, alîkariyên ji bo wî welatî rawestandin

PeyamaKurd- Piştî derbeya leşkerî ya 26ê Tîrmehê li Nîjerê hatibû kirin, rayedarên Fransayê ragihand ku wan hemû alîkariyên darayî yên ji bo vî welatî rawestandine.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve ya Fransayê de hat gotin ku "Fransayê demildest hemû alîkariya geşepêdanê û piştgiriya budçeyê ya ji bo Nîjerê rawestand." 

Hat diyarkirin ku Fransayê daxwaza vegerandina rêziknameya destûrî ya serokomarê ji kar dûrxistî yê Nîjerê Mihemed Bazûm kiriye.

Di 26ê Tîrmehê de Serokê Endamên Alaya Cerdevaniyê Serokomar Mihemed Bazum hatibû binçavkirin û ber bi êvarê ve jî bi rêya televîzyonê hatibû ragihandin ku rêveberî hatiye desteserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin