Wêzîrê Pêsmerge ragihand: Pistî Cejna Qûrbanê heyeta leskerî diçe Bexdayê...

Wêzîrê Pêsmerge ragihand: Pistî Cejna Qûrbanê heyeta leskerî diçe Bexdayê...

PeyamaKurd - Wezîrê Pêşmergeyên Kurdistanê ragihand ku ji bo dagirtina valahiya ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî, piştî çejna Qurbanê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re dest bi guftûgoyan dike.

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl di bersiva pirseke peyamnêrê K24ê de ragihand, piştî çejnê bi şanda bilind a leşkerî ya Iraqî re bi armanca dagirtina valahiya ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dest bi guftûgoyan dikin.

Şoreş Îsmaîl got: "Ew valahiya ewlehiyê ya li navçeyên Kurdistanî çêbûye, derfeteke mezin daye çekdarên DAIŞê xwe birêxistin bikin."

Piştî 16ê Cotmeha 2017an û vekişîna hêza Pêşmerge ve, valahiya ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanêçêbûye û vê yekê jî hîşt ku çekdarên DAIŞê xwe vedizin û êrîşî ser hêzên leşkerî û ewlehiyê bikin.

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Îro bi boneya cejna Qurbanê, serdana bereyên bergîriyê yên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin