Kurdistan | 2 nexwesên koronayê can dan, rewsa yekî di metirsiyê de ye

Kurdistan | 2 nexwesên koronayê can dan, rewsa yekî di metirsiyê de ye

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihand ku îro 2yê Hezîranê yek ji wan li Hewlêrê yek jî li Germiyanê 2 nexweşên vîrusa koronay nû Covid-19 jiyana xwe ji dest dan. Herwiha rewşa nexweşekî din li Duhokê jî di metirsîyê de ye.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, tûşbûyê nexweşîya koronayê yê ku rûniştvanê qezaya Deştî Hewlêr-Bineslawe ye (51 salî) nexweşiyên din jî pê re hebûne û piştî ku 5 rojan li beşa hûrî ya çavdêrîya pizîşkî maye li nexweşxaneyê can daye.

Tûşbûya din a jiiyana xwe ji dest daye jî jineke temen 63 salî ye, rûniştvana devera Germîyan, qeza ya Kifrî, taxa Azadî ye.

Ew jina 63 salî jî 30yê vê mehê li nexweşxaneyê hatiye razandin û piştî 4 rojên nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha li Duhokê jî 2 tûşbûyên vîrusa koronayê baş bûne û bo malên xwe hatine şandinr, lê rewşa nexweşekî din jî di metirsiyê de ye.

Hejmara kesên heta niha ji koronayê li Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 10 kesan.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî zêdebûna haletên nû yên koronayê li Herêma Kurdistanê ji nû ve qedexeya çûnûhatinê bo 6 rojan hatiye ragihandin û daxwaz ji hemwelatiyan tê kirin li gorî rênimayên tenduristiyê tevbigerin ku metirsî hîn berdewam dike.

Amarên dawî yên koronayê li Herêma Kurdistanê

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin