PeyamaKurd - Li gundê “Kobanî” yê nehiya Daqoqê maleke Kurdan hat şewitandin û xwediyên wê şewitandina malê dixin stûyê Erebên ku piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an li gund bi cih bûne.
Gundê Ereb Koye yê ser bi nehiya Daqoqê ve, ji sala 2015an ve xelkê gund navê gundê xwe kiriye Kobanî. Doh dema malbateke Kurd ji bo demeke kurt ji mala xwe derketibûn, mala wan hat şewitandin.
Ezîme Şekor jineke bi temen a gundê Ereb Koye ye da zanîn, duhî dema bo heyemeke kurt ji mala xwe derketibûn, mala wê hat şewitandin.
Kawa Rifat kurê dayika Ezîme ji K24ê re gotiye, piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, piraniya Kurdan ji gund derketin û Ereb li şûna wan hatin bicihkirin.
Kawa diyar kir, pêş bûyerên 16 Cotmehê, 75 malên Kurdan û 40 – 50 malên Ereban li wî gundî hebûn, lê piştî 16 Cotmehê piraniya Kurdan neçar bûn ji gund derkevin û Ereb li şûna wan hatin bicihkirin.
Kawa dibêje: Dukaneke dayika min Ezîme heye û her dema Pêşmerge dihatin wê xizmet û alîkariya Pêşmergeyan dikir, ji ber wê Erebên li gund bi cih bûne ji wê bi kîn bûn û duhî nîvro mala me şewitandin.
Mala hatiye şewitandin a Kawa ye. 7 hewzên masiyan û baxçeyeke qeysî û tirî yên Kawa û birayê wî Faxir li gund hebûn. Kawa dibêje, bi nêzîkî 20 hezar Dolar mal û kerestiyên wî hatine şewitandin.
Berê gundê Ereb Koye di destê Pêşmerge de bû, niha jî Polîsa Federalî û serbazên Iraqî lê ne, tevî wê jî mala dayika Ezîme hat şewitandin.
Ji bilî şewitandina malê, pêştir mînî baseke Faxir hebû û di dema referanduma serxwebûna Kurdistanê de, bi ala Kurdistanê û durişmên referandumê xemilandibû, lê mînî basa wî jî hatibû şewitandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin