Berpirsê Gistî yê Ava Hewlêrê: Em ê îro danê êvarê avê berdin

Berpirsê Gistî yê Ava Hewlêrê: Em ê îro danê êvarê avê berdin

PeyamaKurd – Berpirsê Giştî yê Ava Parêzgeha Hewlêrê diyar kiriye, ew ê îro danê êvarê avê berdin.

Ev çend roj in ji ber şêlûbûna çemê Zêya Mezin, sê tesfiyexaneyên Hewlêrê hatibûn rawestandin. Ji ber wê, beşek mezin ji bajêr bê av maye.

Berpirsê Giştî yê Ava Hewlêrê Zerdeşt Sersam daye zanîn, heta niha şêlûbûna avê xilas nebûye lê em pêşbînî dikin îro êvarê şêlûbûn namîne û emê avê berdin.

Ava çemê Zêya Mezin ji ber barîna baranê şêlû bûye. Çemê han çavkaniya serekî ya ava vexwarinê ya Hewlêrê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin