Îro salvegera Komkujiya Roboskiyê ye

Îro salvegera Komkujiya Roboskiyê ye

PeyamaKurd – 10 sal berê rojeke wekî îro ango şeva 28.12.2011an li Roboskiyê 34 Kurdên ku piraniya wan zarok û ciwan bûn, di êrîşa balafirên Şerî yên Dewleta Tirkîyeyê de hatin qetilkirin.

‘19 jê zarok 34 welatî hatin qetilkirin’

Îro 10emîn salvegera Komkujiya Roboskî ye ku 19 jê zarok 34 welatiya di bombebarana balafirên şerî yên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dabûn. 

Malbat û xizmên qurbaniyên Roboskî bi salan e dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedane û îro car din reş girêdan û ji bo bîranîna qurbaniyan çûn Goristana Roboskî ye û li hev kom bûn.  

Di bîranînê de hat gotin heta edalet li Roboskiyê bicih nebe wê edalet neyê Tirkiyê û helalî jî pêk neyê û peyama hesabpirsîna komkujiyê hat dayîn

Tevî ku 10 sal di ser bûyerê de derbasbûne jî berpirsyar nehatine dîtin û nehatin sizadan. Lêgerîna edelatê ya xizmên qurbaniyên Roboskiyê hîn didome.

‘Em Komkujiya Roboskiyê ji bîr nakin’

Em wekî malbata PeyamaKurd Komkujiya Roboskiyê ku ji alîyê Dewleta Tirkiyeyê ve hatiye kirin ji bîr nakin. Em vê komkujiyê car din jî şermezar dikin.Em şehîdên Roboskiyê û hemû şehîdên xwe bi giramî bi bîr tînin. Dewra wan daîm, rihê wan şad, cihê wan bihuşt be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin