PeyamaKurd – Konferansa Keş û Hewayê ya li Glasgow a Skotlandê bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî (NY) û beşdariya serok û nûnerên welatên cîhanê pêk hat, piştî 14 rojên civîn û gotûbêjan bidawî bû.
Welatên beşdarên konferansê li ser kêmkirina bikaranîna germahiya global û komirê li hev kirin. Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres jî banga pêkanîna bilez a biryaran li welatên beşdar kir.
Herwiha welatê Îmaratê jî ragihand ku konferansa bê ya Keş û Hewayê di sala 2023yan de, li welatê wan tê lidarxistin.
Konferansa Keş û Hewayê ya 6emîn li bajarê Glasgowê 31ê Cotmehê dest pê kiribû û doh 13ê Mijdarê bi wergirtina çend biryaran bidawî bû.
Xalên ku di konferansê de, welatan li ser li hev kirine ev in:
1- Ji bo germahiya global li ser 1,5 pileyî hat lihevkirin.
2- Heta 2030yan tunekirina daristanan û xirabûna axê rawestînin.
3- Bikaranîna komirê û piştgiriya ji bo madeyên fosîlî were kêmkirin.
4- Divê welatên pêşketî di aliyê aborî de piştgirî bidin welatên ku niha ber bi pêşveçûnê ve diçin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin