OICê, li ser êrîsên dij îslamî gaveke nû havêt

OICê, li ser êrîsên dij îslamî gaveke nû havêt

PeyamaKurd- Rayedarên Teşkîlata Hevkariya Îslamê (OIC) ji bo ku nerazîbûna xwe ya li hember çalakiyên şewitandina Qurana Pîroz ragihînin, biryar da ku şandekê bişîne Komîsyona Yekîtiya Ewropayê.

Daxuyaniya nivîskî ya ku piştî 18emîn Civîna Wezîrên Karên Derve ya Awarte ya Teşkîlata Hevkariya Îslamê ku ji bo li dijî êrîşên li dijî Qurana Pîroz hatin rêvebirin, li ser rûpela fermî hat weşandin.

Di daxuyaniyê de êrîşên ku li Swêd û Denmarkê yên li dijî pîroziya Qurana Pîroz tên kirin, bi tundî hatin şermezarkirin.

Hat ragihandin ku OICê biryar da ku ji bo rê li ber dubarebûna kiryarên bi vî rengî yên di bin navê azadiya derbirînê de tên kirin bê girtin, ew ê şandekê bişîne Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) û bang li welatên endamên OICê hat kirin ku bi nirxandina têkiliyên xwe yên bi welatên ku Quran lê hatiye şewitandin re helwestên pêwîst nîşan bidin.

Di vê çarçoveyê de ji welatên endam hat xwestin ku gavên siyasî bên havêtin û ji bo şêwirê balyozên xwe yên li Swêd û Denmarkê vegerînin.

Her wiha hat xwestin ku civîneke asayî ya Lijneya Rêvebir a OIC li ser dij Îslamî were kirin da ku êrîşên hovane yên li ser Mislimanan û sembolên pîroz ên Îslamê were nirxandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin