Ebadî li ser petrola Kerkûkê axifî

Ebadî li ser petrola Kerkûkê axifî

Serokwezîrê Iraqê Herder Ebadî ragihand ku bo ji nû de, petrola Kerkûkê di ser Ceyhanê de here bazara derve, bi rêvebiriya Kurdistana Iraqê re lihev kirine.

Ragihandina Ebadî di civîna heftane ya çapemeniya li Bexdayê de hat kirin. Ebadî weha got: “Bo şandina petrola Kerkûkê bo derve, me lihev kir.”

Wê petrol kengê bê şandin, wext nehat dayîn lê Ebadî got ku hevdîtinên bi Tirkiyê û rêvebirên Kurdistana Iraqê re dewam dikin. Li ser mijara pirsgirêkên din yên navbera Bexda û Kurd de got ku wan li hev kiriye da paşî li ser wan biaxifin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin