PeyamaKurd – Bi daxuyaniyekê, Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê derbarê belavbûna vîrusa nû ya Koronayê hişyarî da û daxwaz kir tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Iraqê, vîrusa nû ya Koronayê li Amerîka, Ewropa, Brîtanya û çend welatên herêmê jî belav bûye û roj bi roj jî zêdetir belav dibe.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, tirsa wê heye ev vîrus derbasî Iraqê jî bibe, ji ber wê jî divê her kes hişyar be û tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
Herwiha Wezareta Tenduristiya Iraqê bang li medya, saziyên sivîl û dezgehên ayînî kiriye, da ku hişyarkirina xelkê de rola xwe bicîh bînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin