Di navbera Tirkiyê û Yûnanîstanê de 5 roj in zarokekî Kurd wenda ye

Di navbera Tirkiyê û Yûnanîstanê de 5 roj in zarokekî Kurd wenda ye

PeyamaKurd – Di navbera Tirkiyê û Yûnanîstanê de, pênc roj in, zarokekî 14 salî yê Rojavayê Kurdistanê de wenda ye.

Zarokê bi navê Mihemed Barzan Qasim, roja Pêncşema borî, bi 14 penaberên din ên Rojavayê Kurdistanê re ji Stenbolê derketin û xwestin biçin Yûnanîstanê, lê belema wan di çemê di navbera her du welatan de binav bibû.

Di encama biavbûna belemê de, 14 penaberên din bi rêya belemeke din ku li pişt wan bû, hatin rizgarkirin û tenê Mihemed wenda ye û kes nizane çi bi sere wî hatiye.

Bavê Mihemed Barzan Qasim ku niha li kampa Akrê ya parêzgeha Duhokê li Başûrê Kurdistanê dimîne eşkere kiriye, kurekî wî ku li Almanya dijî çûye Yûnanîstanê û li birayê xwe geriyaye, lê heta niha ti zanyariyek li ser Mihemed bidest nexistine.

Mihemed Xelkê gundê Sêgira yê ser bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin