PeyamaKurd -Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) ragihand ku di encama operasyonên li Idlibê de balafireke şerî ya Sûriyê hatiye xistin.
Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) de hatiye belavkirin, “di çarçoveya ‘Operasyona Mertala Biharê’ de balafireke şerî ya Sûriyê hatiye xistin.”
Ji aliyê din ve Ajansa Fermî ya Sûriyê SANAyê jî piştrast kir ku balafireke şerî ya artêşa Sûriyê hatiye xistin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh jî, li Idlbê TSKê navgîneke hewayî ya bi çekan arestekirî (SIHA) xistibû û Tirkiyê jî du balafirên şerî yên Hêzên Esmanî yên Artêşa Sûriyê bi cûreya Su-24 xistibûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin