Amerîka dorpêçê danî ser “Rosneft Trading SA” ya Rûsyayê

Amerîka dorpêçê danî ser “Rosneft Trading SA” ya Rûsyayê

PeyamaKurd- Rêvebiriya Amerîkayê bi sedema ku şîrketa bi navê “Rosneft Trading SA” yê ku bi şîrketa “Rosneft” ê ve girêdaye, li dewleta Venezuelayê dorpêçên ser Venezuelayê îhlal kiriye û biryaran binpê kiriye, wê xiste nava lîsteya dorpêçê. “Rosneft” bi xwe şîrketa petrolê ya Rûsyayê ya bingehîne ku “Rosneft Trading SA” pê ve girêdayiye.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi nivîskî ragihand ku rêvebiriya Amerîkayê di çarçoveya ku Amerîka bo serokê dewleta Venezuelayê bo Nicolas Maduro davêje, şîrketa bi navê “Rosneft Trading SA” ji Venezuelayê petrolê kiriye û lewra wan dorpêçê daniye ser. Pompeo got ku serokê “Rosneft Trading SA” Didier Casimiro jî bi sedema li ser navê vê şîrketê tevidgere, wî jî xistine lîsteya doorpêçê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin