PeyamaKurd - Rûfatên şehîdên enfalê yên qonaxa çarem a Komujiya Enfalê ku sala borî li biyabanên Nasiriye ya başûrê Iraqê di goreke bikom de hatibûn dîtin, dê li monomenta Enfalê ya li devera Germiyanê bi axê bêne spartin.
Li gorî nûçeya Rûdawê,. rêveberê Monomenta Enfalê ya li Çemçemalê, Habîl Hacî Ehmed ragihandiye ku heta niha 171 gor hatine amadekirin, lê belê hêj prose bidawî nebûye û pêwîstî bi rêxistina wan heye, ew yek jî amadekarî ye ji bo vegerandina rûfatên wan enfalkiriyên ku li Nasiriyeyê hatibûne dîtin.
Habîl Hacî Ehmed daye xuyakirin, rûfatên ku dê li Çemçemalê bêne veşartin, yên 97 jin û keç û 74 zarokan in û testa DNAyê ji wan re hatiye kirin û hatine naskirin.
Hecî Ehmed dibêje: “Ji bo qonaxa vegerandina rûfatan hêj dem pêwîst e, reng e zêdetir ji mehekê jê re pêwîst be û heta wê demê dê karûbarên rêkxistina goran jî bi dawî bibe.”
Li gorî amarên Birêveberiya Gorên Bikom li Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan, ji sala 2004ê ve çar gorên bikom hatine vedan û hemû rûfatên tê de yên welatiyên Kurd bûne û xelkên navçeyên Barzan û Germiyanê ne.
Sala 2004 du gorên bikom ên enfalkiriyên Kurd hatibûn vedan ku di gora yekem de rûfatên 114 kesan û di gora duyem de jî rûfatên 45 kesan tê de bûn.
Herwiha sala 2005ê jî goreke din a bikom hat vedan ku rûfatên 503 kesan tê de bûn.
Sala 2013 jî goreke bikom a enfalkiriyan hat vedan û di wê gore de jî rûfatên 93 kesan hebûn.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî berdewam hewl dide, gorên bikom ên welatiyên Kurd ku di serdema rejîma Beas a Iraqê de hatine komkujkirin peyda bike û rûfatên wan vegerîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin