PeyamaKurd – Di derbarê êrîşên terorîstî yên ser bajarê Hewlêr û Bexdayê, Wezaretên Navxwe yên Herêma Kurdistanê û Iraqê daxuyaniyeke hevbeş, êrîş şermezar kirin. Herwiha dan zanîn, armanca van êrîşan, têkbirina asayîş û îstiqrarê ye.
Di daxuyaniya hevbeş de hat diyarkirin: “Ev destdirêjiyên metirsîdar ku di van demên dawî de li dijî Hewlêr û deverên din hatin kirin, dikevin çarçoveya destdirêjkariya terorîstî ya rêxistinkirî, ku asayîş û îstiqrara Iraqê û di nav wê de jî asayîşa, Herêma Kurdistanê kiriye armanc û ji bo jinavbirina aştiya civakî û çandina tovê duberekî û têkelkirina kartan hewldanek e.”
Hat destnîşankirin: “Em tevî şermezarkirina wê kiryara tawankariyê, tekez dikin ku ew destdirêjî hewlên mayepûç in ji bo gihandina zirarê bi wan pêşketinên erênî yên di pêwediyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de derketine holê, bi taybetî ji aliyê hemahengiya ewlehiyê ya asta bilind a navbera her du aliyan ve.”
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Ew hemahengî û hevkarî û temamkirina hev, dê berdewam bibin ji bo desteberkirina asayîş û silametiya welatiyan û rûbirûbûna wan hewlên ku ji bo derxistina alozî û jinavbirina îstiqrara ewlehiyê têne dayîn.”
Herwiha hat diyarkirin: “Her du wezaretên navxwe yên Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federalî tekezî li ser wê yekê kirine, ku desteberkirina asayîşa Iraqê li hember van cûre destdirêjiyan, berpirsyariya vê dikeve stûyê Hikûmeta Federalî û saziyên fermî yên nûnertiyê dikin û di nav wan de jî hêzên ewlehiyê yên li Herêma Kurdistanê.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Tîma lêkolînê dest bi karên xwe kirine û erkê wan li gor fermana Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarî; hemû wan kes û aliyên ku destê wan di wan êrîşan de heye, eşkere bikin û bînin ber dadgehê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin