Serokwezîrê Macarîstanê, li ser bertîlgiriyê bang li YEyê kir

Serokwezîrê Macarîstanê, li ser bertîlgiriyê bang li YEyê kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Macarîstanê Viktor Orban, li ser mijara bertîlgiriyê ku di nav Parlamentoya Ewropayê de derket holê, bang li Yekîtiya Ewropayê (YE) kir ku pêşî li vê gendeliyê bê girtin.

Viktor Orban diyar kir ku Macarîstanê ji ber îdiayên "gendeliyê" nikaribûye ji fonên Yekîtiya Ewropayê pereyan werbigire û got,

"Hemû kesan dizanibû ku Bruksel tijî dozên gendeliyê ye, lê niha karg gihîştiye wê astê ku polîs neçar mane bikevin nav liv û tevgerê. Êdî dem hatiye ku vê gola heriyê ya li Brukselê were zuhakirin.”

Orban, Cîgira Seroka Parlamentoyab Ewropayê Eva Kaili bi bîr xist û got, "Lêgerînên malan dewam dikin, polîs bi milyonan euro desteser dike, her kes mereq dike ku ka wekî din kîjan siyasetmedarên din ên Brukselê di nav vî karî de ne. Li gorî gelek kesan, dibe ku ev yek derkeve asteke herî jor.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin