Wezîrê Plandanîna Kurdistanê: Hemû pabendiyên yasaya budçeyê hatine bicihanîn

Wezîrê Plandanîna Kurdistanê: Hemû pabendiyên yasaya budçeyê hatine bicihanîn

PeyamaKurd - Wezîrê Plandanînê yê Hikûmeta Herêma Kurdistnaê Dr. Dara Reşîd ragihand, mafê herêma Kurdistanê ne 200 milyar dînar e, ji wê gelekî zêdetir e.

Wezîrê Plandanînê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Dara Reşîd îro 22yê Hezîranê di civîneke rojnamevanî de got: “Hikûmeta Iraqê di yasaya budçeyê de hejmara fermanberên herêma Kurdistanê bi 600 hezar mûçexwar pênase kiriye, lê niha fermanberên herêma Kurdistanê hejmara wan 750 hezar e û bi temamî ew jî mûçe werdigrin, bi malnişîn û çavdêriya civakî ve milyonek û 250 hezar mûçexwar heye.”

Dr. Dara Reşîd da zanin: “Em wek herêma Kurdistanê li benda hatina pere ne ji Bexdayê ve. Ji ber herêma Kurdistanê temamê pêbendiyên yasaya budçeya Iraqê bicih anîne û divê hikûmeta Iraqê jî wî pereyê ku ji bo herêma Kurdistanê diyar kiriye û 11,4 trîlyon dînare ji bo herêma Kurdistanê bişîne.”

Wezîrê Plandanînê destnîşan kir, hatina 200 milyar dînar ew e ku di budçeya hikûmeta Iraqê de bi qest beşa herêma Kurdistanê dişîne.

Derbarê dabeş kirina bê lêbirina mûçeyê fermanberên herêma Kurdistanê de jî got: “Ti guhertinek di dahat û bilindbûna dahatên herêma Kurdistanê de çênebûye ku wezareta darayî sîstema lêbirîna mûçe hilweşîne. Eger ew 200 milyar dînar ji Bexdayê bigehe Kurdistanê xercên herêma Kurdistanê ji wî gelekî zêdetirin, ji ber wê di yekcar de destwerdana mûçe zehmet e.”

Wezîrê Plandanînê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Dara Reşîd derbarê budçeya herêma Kurdistanê de jî wiha axivî: “Ji ber wan rêkarên ku di budçeya Iraqê de hebû, bûye sedem proje budçeya herêma Kurdistanê bo parlamentoyê paş bikeve. Ji ber wê niha li gor wê biryara ku hikûmeta Iraqê daye ya ji bo şandina pere ji herêma Kurdistanê re, dema ku hikûmeta Iraqê pere bo herêma Kurdistanê şand, em tenê dê destwerdanê di hejmarên reşnivîsa projeyasaya budçeya herêma Kurdistanê de bikin û wisa ji bo parlementoyê bişînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin