PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro danê sibê bi sedan erebên li Kerkûkê bi alîkariya hêzên Iraqî êrîşî gundên kurdan li parêzgeha Kerkûkê kirin û çend gundên bajaroka Dûbizê dagîr kirin.
Li gor çavkaniyên medya Kurdistanê Kerkûkê Berpirsê Asayişa Kerkûkê Idrîs Refhet li ser vê rûdanê got, metirsiya derketina şerê kurd û ereban heye .
Li gor zanyariyan ereban gundê Pilkane dagîr kirine û ketine nav malên kurdan û gefê dixwin gundên din jî vala bikin.
Idrîs Refhet ji BasNewsê re diyar kiriye, “Ew alozî li ser erd û zeviyan derketiye. Ereban êrişî gundên kurdan kirine, kurdan jî bersiva wan dane. Ji ber wê jî metirsiya derketina şerê kurd û ereban heye, divê çareyek jê re were dîtin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin