Almanyayê hisyarî da: Neçin Tirkiyê hûnê bên girtin

Almanyayê hisyarî da: Neçin Tirkiyê hûnê bên girtin

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Almanyayê hişyarî da hemwelatiyên xwe ku serdana hin bajarên Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê nekin û herwiha îhtimal heye bi hincetên propagandaya terorê û heqareta li serokomar werin binçavkirin.

Wezareta Derve ya Almanyayê di daxuyaniya xwe de got ku xetên mobil û înternetê li Tirkiyê di bin kontrolê de ne û hişyarî da welatiyên xwe ku di serdana Tirkiyê de ji ber hin parvekirinan dibe ku werin binçavkirin.

Herwiha hat diyarkirin ku li Tirkiye bi tometa heqerata li Serokomarê Tirkiyê û endamtî û propagandaya terorê, îhtimal e bi salan werin girtin û loma jî neçin Tirkiyê.

Almanya  navê bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî Diyarbekir, Mêrdîn, Şirnex, Batman, Sêrt û Colemergê jî dide û dibêje, ji ber operasyonan û şer û pevçûnan serdana wan deran nekin.

Hêjayî gotinê ye, tenê di meha Cotmeha borî de 19 hemwelatiyên Almanyayê li Tirkiyê hatine girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin