PeyamaKurd – Îro 7ê Cotmehê bi pêşengiya PYDê li bajarê Qamişlo û Hesekê bi beşdariya Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurd (PYNK) ku danûstandinên yekrêziya Kurdî bi Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) re dike, xwepêşandanên pêşwazîkirina serxistina danûstandinên yekîtiyê hatin lidarxistin.
Di xwepêşandanên bi banga PYNKê hatin lidarxistin de, piştgirî bo yekîtiya Kurd hat dayîn û êrîş û gefên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê hatin şermezar kirin.
Di xwepêşandanê de diruşma ‘Bijî Yekîtiya Gelê Kurd’ hat qêrîn.
Di axaftinên xwepêşandanan de, rêveberên PYDê diyar kirin ku ew dê diyalogên di navbera xwe û ENKSê de xurt bikin, ji bo şikandina artêşa Tirk û têkbirina wê û herwiha ji bo pêkanîna xewna bav û kalan, lêvegereke kurdî ava bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin