Hejmara koçberên ji sermayê qufîlîne gihîst 19 kesan

Hejmara koçberên ji sermayê qufîlîne gihîst 19 kesan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hejmara koçberên li ser sînorên Tirkiye û Yûnanistanê ji ber sermayê qufîline û can dane bi dîtina 5 cenazeyên din re ji 12 kesan gihîştiye 19 kesan. Li gorî zanyariyan ew koçber ji Sûriyê ne, lê regez û nasnameyên wan hîn diyar nebûne.

Doh 2yê Sibatê termê 12 koçberên dixwestin ji ser Tirkiye û Yûnanistanê derbasî Ewropayê bibin hatibûn dîtin û ji sermayê qufilîbûn.

Parêzgariya bajarê Edîrne yê Tirkiyê, îro Pêncşemê ragihand ku termên hejmareke din a koçberan hatine dîtin û hejmara koçberên li ser sînorê Yûnanistanê can dane gihîştiye 19 kesan.

Tirkiye Yûnanistanê tohmetbar dike ku bi zanebûn ew koçber bi ser sînorê Tirkiyê de hatine dafdan û bûne sedem ku ji sermayê biqufilin û bimirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin