PeyamaKurd – Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê heta niha jî rewş bi temamî aram nebûye û hejmarek mezin a şervanan li nav Hesekê hatine belavkirin, zêdetirî 30 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Li gor zanyariyan, li bajêr zêdetirî 30 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û zêdetirî 100 çekdar jî hatine desteserkirin.
Herwiha zanyarî destnîşan dikin, balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî li Hesekê çend cih kirine armanc ku çekdarên DAIŞê tê de bûn.
Zanyarî eşkere dikin, şervanên HSDê bêhtirî 100 çekdarên DAIŞê desteser kirine ku ji zindanê reviyabûn.
Şeva Înê çekdarên DAIŞê otomobîlek û motosîkleteke bombekirî, li nêzîkî zindana Xiwêran a li Hesekê teqandin. Pişt re şer û rûbrûbûn di navbera hêzên zêrevanî yên girtîgehê û çekdarên DAIŞê ku ji başûrê bajar ve nêzîkî girtîgehê bibûn, çêbû.
Piştî vê yekê çekdarên DAIŞê 3 tankerên petrolê li nêzîkî wê zîndanê teqandin, da ku dûkêl esman bigire û balafirên şer nikaribin wan bomberan bikin. Hevdem ligel wê çekdarên di nav zîndanê de dest bi serhildanê û rûbrûbûnan ligel hêzên emnî kirin.
Hejmareke mezin a xelkê jî ji taxên nêzikî zindanê reviyane û bêhtirî 30 endamên DAIŞê di vî şerê 2 rojan de hatine kuştin û 17 endamên din jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin