Îdiaya bandorker ya li ser Putin 'ji wî navî'!

Îdiaya bandorker ya li ser Putin 'ji wî navî'!

PeyamaKurd Mîxaîl Kasyanov ku di navbera salên 2000-2004an de serokwezîrê Rûsyayê bû, di derbarê serhildana demkurt a Koma Wagner de daxuyanî da.

Kasyanov ku di navbera salên 2000 û 2004an de di rêveberiya Pûtîn de serokwezîrtî kir, lê piştî ku ji wezîfeyê hat dûrxistin dest bi helwesta xwe ya li dijî Pûtîn kir, behsa koma çeteyên Rûsyayê Wagner û serokê wê Yevgenî Prîgojîn kir.

Kasyanov di derbarê rageşiyê de jî got, "Destpêka dawiya desthilatdariya Pûtîn e."

Wî herwiha got, "Ez difikirim ku Prigojin wê ji Afrîkayê biçe Belarusê. Ew ê li daristanê an tiştek mîna wê be. Pûtîn nikare kirinên xwe efû bike. Vê yekê zerar da aramiya Pûtîn. Di encamê de jiyana wî dikeve nav pirseke mezin.”

Muxalîfê Rûs jî got, "Destpêka dawî ya Pûtîn… Ew niha di nav pirsgirêkek pir mezin de ye."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin