PeyamaKurd – Namzedê hilbijartinên serokatiya Amerîkayê yê Komarîyan Donald Trump, serdana sînorê Meksîkayê kir û soz da ku dema bê hilbijartin dîwarê sînor ê avakirina wî dest pê kiriye temam bike.
Trump li ber dîwarê sînorê Meksîkayê yê li başûrê eyaleta Arîzona Cochise Countyê axaftinek ji alîgirên xwe re kir û ji bo koçberiya nerêkûpêkî Joe Biden û Kamala Harris tawanbar kir.
Herwiha Trump soz da ku heger bê hilbijartin ew dê avakirina sînorê Meksîkayê temam bike û li ser qaçaxçîyên tilyakê jî cezayê giran bisepîne.
Trump got ku ew dê operasyona di dîrokê de ya herî mezin ji bo dersînorkirina koçberan pêk bîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin