Yekîtiya Afrîkayê, tevlî G20ê dibe

Yekîtiya Afrîkayê, tevlî G20ê dibe

PeyamaKurd- Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Michel diyar kir ku li ser endamtiya Yekîtiya Afrîkayê ya di G20ê de lihevkirinek pêk hatiye. 

Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel ragihand ku Yekîtiya Afrîkayê (AfB) wê di nav Koma Bîst (G20) ya ku ji 20 aboriyên sereke yên cîhanê pêk tê, cih digire.

Michel li New Delhiya paytextê Hindîstanê ku ji bo Lûtkeya G20ê çûbû daxuyanî da û diyar kir ku di navbera welatên endam da li ser beşdarbûna YEyê lihevkirinek heye û wiha got:

"Ev îşareteke baş e. Ez kêfxweş im ku em ê Yekîtiya Afrîkayê di nav xwe de wekî endamekî daîmî bibînin."

YE ku ji 27 welatan pêk tê, heta niha yekane endamê G20 bû ku wekî yekîtiyê beşdar bû. Yekîtiya Afrîkî ku di sala 1963yan de hat damezirandin, nûnertiya hemû welatên navneteweyî yên naskirî yên li parzemînê dike û 55 endamên wê hene. 

Têkildarî dema ku AfB dê bibe endamê G2ê hîn dîrokek rastîn nehatiye dayîn. Çavkaniyên dîplomatîk diyar dikin ku civîna bilind a G20ê ya ku di tîrmeha sala bê de li Brezîlyayê tê lidarxistin an jî lûtkeya ku dê di sala 2025an de li Afrîkaya Başûr were lidarxistin, ji bo daxuyaniya fermî ya endamtiyê tê nirxandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin