Li hemû dadgehên Kurdistanê Dadgeha Bazirganî tê vekirin

Li hemû dadgehên Kurdistanê Dadgeha Bazirganî tê vekirin

PeyamaKurd - Encûmena Dadwerî biryar da ku li hemû dadgehên Herêma Kurdistanê, Dadgehên Bazirganiyê werin vekirin.

Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê eşkere kir: “Piştî hewl û daxwazên berdewam ên Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ji bo vekirina Dadgehên Bazirganiyê, li gor nivîsa fermî ya Encûmena Dadwerî ku di beyna 1ê sala 2022yan de derketiye, biryar hat dayîn ku li hemû dadgehan, Dadgeha Bazirganî were vekirin.”

Encûmena Dadwerî ragihandiye; ji bo berjewendiya giştî û bi hikmê madeya 22 ya yasaya desthilata dadwerî ya hejmara 23 ya sala 2007an, biryara pêkanîna dadgehê li Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Kerkûk û Germiyanê bi navê dadgeha dîtina dozên bazirganî hat dayîn.

Dozên ku di Dadgehên Bazirganî de bêne dîtin jî wiha ne:

1 – Dozên bazirganî ku yek ji wan aliyên dozê biyanî be.

2 – Nakokiyên girêdayî peymanên veberhênanê ku ji aliyê Desteya Veberhênanê ve destûr wergirtine li gor yasaya veberhênanê ya hejmara 4 a sala 2006 a li Herêma Kurdistanê.

3 – Dozên ku bi bingehên bazirganiyê ve girêdayî ne.

4 – Dadweriya bilez û fermana li ser daxwazên derbarê mijarên pêwendiya wan bi taybetmendiyên ku li jor di birgeyên 1, 2 û 3yê de hatine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin