Li Japonya û Ekvadorê erdhej çêbû

Li Japonya û Ekvadorê erdhej çêbû

PeyamaKurd – Li du deverên cîhanê erdhejek pêk hat. Li Japonya û Ekvadorê erdhejek çêbû.

Li Giravên Ogasawara yên li başûrê paytexta Japonya Tokyoyê bi saeta herêmî di saet 09.39an de bi lerza 6an erdhejek pêk hat.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) erdheja bi lerza 6an a ku navenda wê li Giravên Ogasawara bû, 50 kîlometre di bin erdê de çêbû.

Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.

Giravên Ogasawara, ku bi herêmî wekî "Giravên Bonin" têne zanîn, 1000 kîlometre li başûrê Tokyo, paytexta Japonya, û 1600 kîlometre li bakurê rojavayê Girava Guam a li rojavayê Pasîfîkê ne.

Erdheja li Ekvadorê

Li welatê Ekvadorê yê Amerîkaya Başûr bi lerza 5,2 erdhejek pêk hat.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku erdheja bi lerza 5,2an ku navenda wê bajarokê Pinasê yê eyaleta El Oro ye, 88 kîlometre di bin erdê de çêbû.

Di erdhejê de ti ziyanên canî û madî çênebûn.

Li Ekvadorê di 17ê Nîsana 2016an da di lerza 7,8an da zêdeyî 77 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Welat li herêma erdhejê ya ku jê re "Xeleka Agir a Pasîfîkê" tê gotin, li cihê ku çalakiya erdhejê zêde ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin