Demîrtas: We simaq nedîtiye, çavereya sindoqan bin, em ê nîsanî we bidin!

Demîrtas: We simaq nedîtiye, çavereya sindoqan bin, em ê nîsanî we bidin!

PeyamaKurd – Li Stenbolê, dema xizmên girtiyên nexweş û ewên dema razana wan a di zindanê de hatiye betalkirin li Kadîkoyê civiyan, polîsekî şimaq li Hevserokê Şaxa Stenbolê yê HDPê Ferhat Encu da û kamêramanê dîmen dikşandin, hat desteserkirin.

Li gor zanyariyan, di çalakiya Nobedariyê de, polîsekî şimaq li Hevserokê Şaxa Stenbolê û Parlamenterê Berê yê HDPê Ferhat Encu da. Herwiha Kamêramanê Kanala Artî TV Mehmet Zekî hat desteserkirin û peyamnêrê heman kanalê Umut Taşdag jî lêdan xwar.

Hat zanîn, piştî vê bûyerê hevserokê berê yê HDPê yê zîndankirî Selahedîn Demîrtaş nerazîbûn li dijî lêdana Hevserokê Stenbolê yê HDPyê Ferhat Encûyî nîşan da û got, gelê Kurd wê şimaqê ji bîr nake.

Demîrtaşî di derheqê êrîşa li dijî Hevserokê Stenbolê yê HDPyê Ferhat Encûyî de bi rêya Twittera xwe peyamek belav kir û eşkere kir: “Gelê Kurd şimaqa ku li Ferhat Encûyî hatiye dan bi piştrastî ve ji bîr nake. We şimaq nedîtiye. Çavereya sindoqan bin, em ê nîşanî we bidin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin