Fermandarekî pilebilind ê Îranê hat kustin

Fermandarekî pilebilind ê Îranê hat kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li eyaleta Belûcistanê bajarê Zabolê, di êrîşa çend kesên nenas de, fermandarekî pilebilind ê hêzên ewlehiya Îranê hate kuştin.

Li gorî zanyariyan, fermandarekî pilebilind ê Hêza Sînorî ya bajarê Zabolê yê bi navê Qurbanelî Pîrî, roja Duşemê di şer û pevçûneke digel kesên nenaskirî de, li devera sînorî ya bajarê Zabolê bi dijwarî birîndar bûye û li nexweşxaneyê can daye.

Medya fermî ya Îranê jî birîndarbûna Qurbanelî Pîrî piştrast kiriye û diyar kiriye ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha Fermandariya Sînorî ya Îranê ya parêzgeha Sîstan û Belûcistanê jî nûçeya kuştina Qûrbanelî Pîrî piştrast kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin