PeyamaKurd – Antî Teror a Kurdistanê ragihand, balafireke bêmirov a hêzên çekdar ên Tirkiyê li Amediyê 2 otomobîlên PKKê kirine armanc.
Di daxuyaniya Yekîneya Antî Teror a Kurdistanê de hat ragihandin, doh Pêncşemê 10.10.2024ê balafirên bêmirov ên Artêşa Tirkiyê li nêzîkî gundê Nisra yê ser bi navçeya Amediyê ya Duhokê 2 otomobîlên PKKê kirine armanc.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 4 PKKyiyan di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin